Li Îtalyayê 197 kes canê xwe ji dest dane

zêdetir ji 4 hezar kesên din bi vîrosê ketine
کوردستان TV
100%

Li gor rayedarên Îtalyayê heta niha jiber vîrosa Koronayê bi giştî 197 kesan li vê welatî canê xwe jidest dane.

Di vê derbarê de Gerînendeyê giştî yê berevaniya medenî ya Îtalyayê Angelo Borelli eşkere kiriye ku heta niha li Îtalyayê 197 kes jiber Koronayê canê xwe ji dest dane û 4 hezar û 636 kesên din jî bi vîrosê ketine.

Li Îtalyayê piştî 21ê Sibatê yekem haleta koronayê hatibû tomarkirin û li gor amarên hikûmeta Îtalyayê piştî Çînê herî zêde li Îtalyayê jiber Koronayê xelk canê xwe ji dest daye.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.