Rêkeftina navbera Tirkiye û Ewrûpayê hatiye hilweşandin

YE huşdarî dide Tirkiyeyê
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Yûnanê Kiryakos Miçotakis di daxuyaniyekê de bo kanala Cnn derbarê vekirina deriyan bo çûna Koçber û Penaberan bo Ewrûpayê ragihandiye ku jiber biryara Tirkiyeyê rêkeftina navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewrûpayê yaku di sala 2016an de bo koçber û penaberan hatibû îmzekirin hatiye hilweşandin.

Kiryakos Miçotakis eşkere kiriye ku biryara Tirkiyeyê ev rêkeftin hilweşandiye û rayedarên Tirkiyeyê qirîza koçberan mezin kirine.

Nav hatî herwiha eşkere kiriye ku rayedarên Tirkiyeyê derbarê hijmara koçberên ku çûne Yûnanê direw dikin û heta niha hijmareke gelek kêm koçber çûne Yûnanê.

Ji aliyeke din ve jî komîsyona YEê eşkere kiriye ku eger Tirkiye dixwaze YEê hevkariya vê bike vê demê lazime Tirkiye dev ji vê siyaseta xwe ya şaş berde.

N: E. G

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.