Tirkiye: Yûnan nikare sînorên xwe biparêze

Yûnanî jî dibêjin rayedarên Tirkiyeyê direwan dikin
کوردستان TV
100%

Wezîrê navxwe yê Tirkiyeyê Sûleyman Soylû ragihand ku hikûmeta Yûnanê nikare sînorên xwe biparêze û pêşî ji derbasbûna koçberan bo Yûnanê bigire.

Soylû eşkere kiriye ku heta niha zêdetir ji 143 hezar Koçber ji Tirkiyeyê derbasî nava axa Yûnanê bûne û hikûmeta Yûnanê jî nikare sînorên xwe biparêze û lazime ji niha û pêde li tiştên nû ku diqewmin bimizînin.

Ji aliyeke din ve hikûmeta Yûnanê jî eşkere kiriye ku rayedarên Tirkiyeyê direwan dikin û heta niha hijmareke kêm koçber derbasî axa Yûnanê bûne.

Herwiha Yekîtiya Ewrûpayê jî bo parastina sînorên Yûnanê biryara hevkarî kirina Yûnanê daye û niha Yûnan hêzeke zêde ya leşkerî şandiye ser sînor.

N: E. G

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.