Vîrusa Korona li seranserê cîhanê zêdetir ji 3400 kes kuştiye

li 80 welatên cîhanê belav bûye
کوردستان TV
100%

Vîrusa korona ya bi navê Covid-19 derbazî pirtir ji 80 welatên din bû.

Covid-19 cara pêşî, di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Çînê hatibû dîtin.

Li gor daneyên karbidestên saxlemiyê, Covid-19 li seranserê cîhanê 3404 kes kuştine û di leşê 100,276 kesên din de jî hatiye dîtin.

Jiber belavbûna Covid-19, li gelek welatan hewcedariya bi kelûepelan tibî û maskan zêde bûye û ew peyda nabin.

Li Koblenz ya Almanya bi beşdarîya 1400 doktor û karmendên saxlemiyê Konferansa Vîrusa Korona Çêbû.

Serokê Konferansa Vîrusa Korona Jorg Brokmann diyar kir ku ew ji rewişeke tibî zêdetir bi ya sîyasî re rû bi rû mane.

Covid-19 heta niha herî zêde bandor li Çîn, Îran û Îtalya kiriye.

Bi destkarî, ji voayê hatiye wergirtin

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.