HC: Em dixwazên pêşmerge bikin bihêztirîn hêz

dibêje DIŞI hîn jî gefeke mezine
کوردستان TV
100%

Peyvdarê hevpeymaniya cîhanî ya dijî DIŞIê Myles B. Caggins derbarê têkiliyên navbera hevpeymaniya cîhanî û hêzên pêşmerge de diyar kir ku, hevkarî, hemahengî û karên hevbeş yên di navbera hevpeymaniya cîhanî û hêzên pêşmerge de berdewamin û bihev re şerê dijî DIŞIê didomînin.

Myless B. Caggins diyar kir ku reformên ku ji aliyê wezareta pêşmrgeve tên kirin vê gelek fêde bo hêzên pêşmerge xwe re bînin û ev reformên han jî derfetê didin hevpeymaniya cîhanî daku zêdetir hevkariya hêzên pêşmerge bike.

Nav hatî eşkere kir ku hîn jî DIŞI gefe bo ser ewlekariya deverê, lewre em jî li gel hêzên pêşmerge karên xwe yên hevebş berdewam dikin û em dixwazên bi rêya hevkarî kirin û perwerde kirinê hêzên pêşmerge bikin bihêztirîn hêz.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.