Du berpisên Siûdî hatine binçav kirin

mimkune werin dardekirin
کوردستان TV
100%

Rojnameya Wallstreet Jornal ya Amerîkî belav kiriye ku her yek ji Şahzadeyê Cîhnişîn yê berê yê Siûdiyeyê Mihemed Bin Nayêf û birayê şahê Ehmed bin Ebdulezîz ji aliyê rayedarên Siûdiyeyê ve bi tawana xiyanet kirinê hatine girtin.

Li gor rojnameya WJ rayedarên Siûdiyeyê beriya destgîr kirina malên wan her du kesan kontrol kirine û piştî kontrol kirinê ev her du kes jî bi tawana xiyanet kirinê hatine girtin.

Li gor jêderê, cezaya wan her du Mîrên Siûdî mimkune darde kirin anjî girtîgeha heta dawiya temenê be.

N: E. G

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.