Kesek li Hewlêrê bi Koronayê ket

jineke 33 saliye
کوردستان TV
100%

Duhê bi şev wezareta tendirostî ya hikûmeta herêma Kurdistanê eşkere kir ku bo cara ewil kesek li Hewlêrê bi vîrosa Koronayê ketiye.

Wezareta tendirostî eşkere kiriye ku di nava 24 seatan de cerbandinên pêwîst yên nûjdarî bo 27 kes ku dihat payîn bi Koronayê ketibin, hatine kirin û di dawî de derket ku yek ji wan kesan bi Koronayê ketiye.

Ev kesê ku bi Koronayê ketiye, jineke temen 33 sale û şêniyê Hewlêrê ye.

Wezareta tendirostî di beşeke din ji daxuyaniya xwe de eşkere kiriye ku heta niha li Kurdistanê bi giştî 9 kes bi Koronayê ketine û kesek jî jiber Koronayê li Silêmanî canê xwe ji dest daye.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.