Du berpirsên din yên Îranî canê xwe ji dest dan

heta niha herî kêm 10 berpirsên Îranî canê xwe ji dest dane
ڤایرۆسی كۆرۆنا
کوردستان TV
100%

Li gor çapemeniya Îranê belav bûna vîrosa Koronayê li Îranê didome û hijmareke zêde ji welatiyên Îranê bi vîrosê ketine.

Çapemeniya Îranê behsa vê yekê dike ku du berpirsên din yên Îranê jîber vîrosa Koronayê canê xwe ji dest dane.

Li gor çapemeniya Îranê, balyozê berê yê Îranê yê li Sûriyeyê û Cîgirê wezîrê dad yê Îranê jî jiber vîrosa Koronayê canê xwe ji dest dane.

Herwiha hate zanîn ku parlementereke din yê Îranî bi vîrosê ketiye û bi vê rengî heta niha 24 parlementerên Îranî jî bi vîrosê ketine.

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.