Yûnan: Tirkiye direwan dike

dibêje Yûnanê ti koçber nekuştine
کوردستان TV
100%

Jiber vekirina deriyan bo çûna penaberan bo Ewrûpayê ji aliyê Tirkiyeyê ve, aloziyên navbera Yûnan û Tirkiyeyê kûrtir bûne, Tirkiye dibêje Yûnan penaberan dikuje lê Yûnan jî dibêje Tirkiye direwan dike.

Li ser vê mijarê îro Peyvdarê hikûmeta Yûnanê Stelyo Petsas di presskonferansekê de eşkere kir ku heta niha Yûnan ti koçber nekuştine û bi ti awayî jî zor li dijî koçberan bikar neaniye.

Stelyo Petsas eşkere kir ku rayedar û çapemeniya Tirkiyeyê ku dibêjin Yûnan koçberan dikuje direwan dikin.

Pestas got: Beriya niha rayedarên Tirkiyeyê behsa birîndar kirina koçberan dikirin lê niha behsa kuştina wan dikin, ez liwir dûbare dibêjim ku Yûnanê bi ti awayî koçber birîndar nekirine û koçber nekuştine.

N: E. G

 

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.