Îtalya: Jiber Covid-19 debistan û zanîngeh daxist

heta 15ê Adarê daxistî dibin
کوردستان TV
100%

Îtalya tedbîrên xwe yên dijî vîrosa korona ya bi navê Covid-19 berfireh dike.

Wezareta Perwerde yê Îtalya ragihand ku hemî dibistanên li welêt dê ji 5’ê Adarê heta 15’ê Adarê girtî bimînin.

Li gor biryara wezaretê, zanîngeh jî dê werin girtin.

Li 11 bajarên li herêmên Lombardia û Veneto perwerdeya li dibistanan hatibû rawestandin.

li gor nûçeyeke voayê li Ewûrpayê herî zêde li Îtalyayê Korona belav bûye.

Covid-19 li Îtalya heta niha pirtir ji 100 kes kuştine û ew vîros ketiye canê 2500 kesan.

Karbidestên hikûmeta Îtalya bo kelûpelên tibî û maskan bang li civaka navneteweyî dikin ku alîkariyê bikin.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.