Hikûmeta Kurdistanê 5 biryarên girîng der kir

hikûmet dijî Koronayê tedbîrên nû distîne
کوردستان TV
100%

Îro bi Serokatiya Serokwezîrê Kurdistanê civînek taybet bi tedbîrên dijî Koronayê hate lidarxistin û piştî civînê Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro çarşem 4/3/2020 di civîneke taybet de me giftûgo derbarê tedbîrên dawî û amadekariyên rûbirû bûna vîrosa Korona li herêma Kurdistanê û wenêrîn kirin bo cîhbicîh kirina şîret û biryarên tendirostî kir.

Her di heman civînê de me tekez li ser vê yekê kir ku hikûmeta herêma Kurdistanê tevahiya hewlên xwe dide û her tiştek lazim be bo parastina jiyan û selametiya welatiyên Kurdistanê dike.

Di civînê de ev biryar hatin stendin:

Yekem: Ji bo xwe parêziyê tevahiya aheng, merasim û çalakiyên olî li mizgeftan, kilîse û perestgehan, gotarên înê, li seraserê herêma Kurdistanê bo demeke nediyar werin rawestandin.

Duyem: Domandina dabîn kirina tevahiya pêdiviyên nexweşxane, qerentîne û navendên heyî li deriyên sînorên herêma Kurdistanê.

Sêyem: Stendina tedbîrên zêdetir bo kêm kirina hatûçû li navend, bazgeh û deriyên sînorî bêyî ku bandorê li ser liv û tevgerên bazirganiyê bikin.

Çarem: Ji bo kêm kirina bargiranî li ser xudanên wan cîhên bazirganî ji ber ziraran, wezîrên têkildar hatin pîwerdar kirin bo cîhbicîh kirina rêkarên qanûnî bi rêya wenêrîn kirin bi kirê, baca dahata wan cîhan, bi awayekî ku zirarên wan yên darayî li ber çav werin girtin.

Pêncem: Stendina tevahiya tedbîrên pêwîst li kempên penaber û awareyan ji aliyê aliyên têkildar ve bi hemahengî li gel saziyên têkildar yên navnetewî.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.