Wezîrê pîşesazî yê Îranê jî bi vîrosê ket

heta niha 23 parlementer jî bi Koronayê ketine
کوردستان TV
100%

Li gor çapemeniya Îranê di çarçoveya belav bûna vîrosa Koronayê li Îranê de, heta niha hijmareke rayedarên Îranê bi vîrosê ketine û hijmarek ji wan jî jiber vîrosê canê xwe ji dest dane.

Di vê çarçoveyê de îro çarşem çapemeniya Îranê belav kir ku wezîrê pîşesazî û bazirganî yê Îranê Reza Rehmanî jî bi Koronayê ketiye.

Herwiha hin çavkaniyên din jî behsa vê yekê dikin ku berpirsekî bilind yê hêzên zirêvanên şoreşa Îranê jî jiber Koronayê miriye.

Ji aliyeke din ve jî heta niha herî kêm 23 parlementerên vê welatî bi Koronayê ketine.

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.