Li Hewlêrê 28 kafe û xwaringeh hatin ceza kirin

pêbendî biryar û şîretên wezareta tendirostî nebûne
کوردستان TV
100%

Li gor daxuyaniya parêzgariya Hewlêrê, jiber hin sedeman li bajarê Hewlêrê bi giştî 28 kafe û xwaringeh hatine cezakirin û daxistin.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku ev kafe û xwaringeh pêbendî şîretên parêzgar û wezareta tendirostî yên bo pêşî girtin ji vîrosa Koronayê nebûne lewre hatine cezakirin û daxistin.

Hate zanîn ku hinek ji wan kafe û xwaringehan bi cezayê pereyê hatine cezakirin û hinek ji wan jî hatine daxistin û pişt re jî sozname bi xudanên wan re dane îmzekirin ku careke din biryaran binpê nekin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.