Di demeke nêz de Patriot li Eyn Esed tên bicîhkirin

sîstema patriot li Eyn Esed bicîh dike
کوردستان TV
100%

Jêderên ewlekarî yên Îraqê eşkere kirin ku hêzên leşkerî yên Amerîkî yên li Îraqê di wan demên dawî de gelek tedbîrên tun û nû stendine û cîhên xwe yên li Îraqê bihêztir dikin.

Jêder behsa vê yekê dikin ku niha hêzên Amerîkî hevdem ku tedbîrên nû distînin, amadekarî bo vê yekê dikin ku di demeke nêz de pergala berevaniya asmanî ya Patriot li navenda leşkerî ya Eyn Esed ya li Enbarê bicîh bikin.

Herwiha hate zanîn ku hêzên leşkerî yên Amerîkî, penageheke xwe ya li Eyn Esedê bihêztir kirine û ew yek jî nîşan dide ku Amerîka naxwaze hêzên xwe yên leşkerî li Îraqê vekêşe.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.