Hêzên antî teror yên Îraqê daxuyaniyek weşandin û têde behsa vê yekê kirin ku li her du parêzgehên Kerkûk û Selahedînê operasiyoneke mezin li dijî terorîstên DIŞIê lidar xistine.
Li gor daxuyaniya han di operasiyona ku li her du parêzgehên Selahedîn û Kerkûkê de hatiye lidarxistin 5 terorîstên DIŞIê û Emîreke din yê DIŞIê hatine binçavkirin.
Hêzên antî terorê behsa vê yekê dikin ku operasiyon di sînorên navbera her du parêzgehên Kerkûk û Selahedînê de hatiye lidarxistin û bi giştî 6 terorîstên DIŞIê hatine giritn.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin