Wezareta tendirostiya hikûmeta herêma Kurdistanê daxuyaniyek weşand û eşkere kir ku piştî welatiyek li Silêmanî nexweş dikeve û diçe nexweşxaneyê, cerbandinên nûjdarî jê re hatine kirin û derketiye ku ev welatî bi vîrosa Koronayê ketiye.
Di daxuyaniya wezareta tendirostî de hatiye ku heta niha li Kurdistanê de bi giştî 6 welatî bi vîrosa Koronayê ketine û rewşa wan başe û di bin çavdêriya nûjdarî dene.
Di dawiya daxuyaniyê de wezareta tendirostî daxwaz ji welatiyan kiriye daku bo parastina selametiya xwe şîretên ku hatine belavkirin cîhbicîh bikin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin