Serokwezîr li gel şandeke NY civiya

behsa darizandina tawanbarên DIŞIê kirin
کوردستان TV
100%

Îro Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeke Netewên Yekgirtî civiya û piştî civînê jî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsandiye;

Îro sêşem 3/3/2020 me pêşwaziya şandeke Netewên Yekgirtî kir ku ji alîkar û Şêwirmendê Sekreterê giştî yê NY yê bo pêşî girtin ji Genoside Îdama Diyang, Serokê tîma navnetewî ya lêkolîn kirin li ser tawanên DIŞIê Kerîm Esed Ehmed Xan pêk hatibû,

Di civînê de me tekez li ser giringiya hewlên navnetewî bo pêşî girtin ji Genoside, komkujiyan û bi taybetî tawanên DIŞIê kir.

Di berdewamiya civînê de me giftûgo li ser pere pêdana hemahengiya navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û NY ya bo dokomentarî kirina tawanên DIŞIê û bitevger kirina hewldanên heyî yên bo darizandina bikerên wan tawanan di dadgeheke navnetewî de û ceza kirina wan kir û tekez li ser parastina mafên qurbaniyên destê DIŞIê kir.

Ji aliyê xwe ve şanda NY stayîşa hewldanên hikûmeta herêma Kurdistanê bo parastina mafên pêkhateyên olî yên cuda û geşe pêdana çanda bihevre jiyana aştiyane ya olî li herêma Kurdistanê de kir.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.