14 mehe PKK du pêşmerge bi birîndarî girtiye

di encama bordimana Tirkiyeyê de birîndar bibûn
کوردستان TV
100%

Roja 21ê meha 1an ya sala 2019an balefirên şer yên Tirkiyeyê jiber hebûna endamên PKKê li deverê de, geliya Reşawe ya li ser rûbara Zêya mezin bordiman kiribû.

Di encama bordimana han de 4 welatiyên Kurdistanê ku şêniyên Dêrelokê ya ser bi qezaya Amêdî bûn, bi mebesta nêçîra masiyan çûbûn ser Zêya mezin ya li Reşawe û di encama bordimanê de du ji wan canê xwe ji dest dabûn û duyên din jî birîndar bibûn.

Ev du birîndar ku her du jî pêşmergene, ji aliyê PKKê ve hatibûn girtin û ev 14 mehe ev her du pêşmerge ku bi birîndarî ji aliyê PKKê ve hatine girtin, nehatine azadkirin û kes û karên wan jî ti zaniyarî li ser çarenivîsa wan li berdest tuneye.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.