Kurd û Mihemed Elawî negehêştin ti rêkeftinekê

danûstandinên navbera aliyan didomin
کوردستان TV
100%

Di çarçoveya civîn û danûstandinên heyî yên di navbera Kurd û Serokwezîrê nû yê Îraqê Mihemed Elawî de civîneke din di navbera aliyên Kurdistanî û Elawî de pêk hatiye lêbelê ti encameke civînê nebûye.

Di vê derbarê de nunerê hikûmeta herêma Kurdistanê li Bexdayê Faris Îsa eşkere kir ku di civîna dawî ya di navbera aliyên Kurdistanî û Serokwezîrê Îraqê Mihemed Elawî de li ser çawetiya ava kirina kabîneya nû, çawetiya diyar kirina wezîr û nunerên nû di kabîneyê de û herwiha li ser bernameya Elawî ya derbarê Kurdistanê de negehêştine ti rêkeftinekê.

Îsa eşkere kir ku niha piraniya aliyên siyasî li ser dengnedan bi kabîneya Elawî bisîrarin lêbelê hîn jî danûstandin didomin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.