Birêveberatiya xweser deriya sînor daxist

bo pêşî girtin ji vîrosa Koronayê ye
کوردستان TV
100%

Li gor jêderên nûçeyan birêveberatiya xweser ya Rojava û Bakûrê Sûriyeyê bi mebesta pêşî girtin ji belav bûna vîrosa Koronayê biryara daxistina deriyê sînor yên di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de daye.

Birêveberê deriya sînorî ya Simêlka Şewket Berbeharî ragihand ku duhê birêveberatiya xweser nameyek ji wan re şandiye û têde eşkere kiriye ku bo pêşî girtin ji vîrosa Koronayê biryar daye daku bi awayekî demkî deriyê sînorî were daxistin.

Daxistina deriyê di demekê deye ku heta niha li Başûrê Kurdistanê ti kesek bi vîrosa Koronayê neketiye û wezareta tendirostî jî bo pêşî girtin ji vîrosê tedbîrên pêwîst stendiye.

N: E. G

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.