Trump: Em li îmze kirina rêkeftinên gelek nêz bûne

dibêje rêkeftina agirbestê gelek serkeftî bûye
کوردستان TV
100%

Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê prosesa diyalogê ya li gel Talibanê li Efxanistanê de diyar kir ku prosesa han gelek bi başî didome.

Trump herwiha eşkere kir ku gelek kêm maye ku li gel Talibanê rêkeftina aştiyê îmze bikin.

Trump anî ziman ku eger Taliban û hikûmeta Efxanistanê pîwerdariyên xwe yên ku di rêkeftinê de bo wan hatine diyarkirin cîhbicîh bikin vê demê dawî bi şer were û aştiyeke mayende çê bibe.

Ji aliyeke din ve wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pempeo jî diyar kir ku vê rêkeftina han li Qeterê were îmzekirin.

Nav hate tekez li ser vê yekê kir ku rêkeftina ragihandina agirbesta 7 rojî di navbera Taliban û hikûmeta Efxanistanê de gelek serkeftî bûye û bi serkeftî didome.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.