DIŞI êrîşî ser artêşa Îraqê kir

hijmarek leşkerên Îraqî hatine kuştin
کوردستان TV
100%

Li gor jêderan duhê bi şev terorîstên DIŞIê li Daqoqê êrîşî ser artêşa Îraqê kiriye.

Jêder behsa vê yekê dikin ku êrîş li dola Zeyixtûnî ya li Daqoqê pêk hatiye û di encama êrîşê de hijmareke leşkerên Îraqê hatine kuştin.

Herwiha hate diyarkirin ku balefirên ser bi hevpeymaniya cîhanî jî hevkariya artêşa Îraqê kirine û di encama êrîşa beruvajî ya artêşa Îraqê de sê terorîstên DIŞIê jî hatine kuştin.

N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.