Aheng û çalakiyên taybet yên Newrozê hatin rawestandin

heta niha vîros ne hatiye Kurdistanê
کوردستان TV
100%

Duhê çarşem Parêzgarê Hewlêrê Ferset Sofî di presskonferansekê de ragihand ku jiber belav bûna vîrosa Koronayê li welatên derdorê Kurdistanê, bi mebesta pêşî girtin ji hatina vîrosê û belav bûna vê li Kurdistanê de çend biryar hatine stendin.

Ferset Sofî herwiha eşkere kir ku bo parastina welatiyên Kurdistanê û pêşî girtin ji belav bûna vîrosa Koronayê biryar hatiye dayîn daku aheng û çalakiyên Newrozê werin rawestandin.

Herwiha diyar kir ku kêşana Nargîleyan li kafeyan hatiye qedexekirin.

Sofî eşkere kir ku daxwaz ji kompaniyên torîstîkî jî hatiye kirin daku geştên xwe yên bo Kurdistanê di meha Adarê de rawestînin.

Ji aliyeke din ve duhê bi şev jî Wezîrê navxwe yê herêma Kurdistanê eşkere kir ku ji bo pêşî girtin ji hatina vîrosa Koronayê bo Kurdistanê çend biryar hatine stendin ji wan jî qedexe kirina geştên welatiyên Kurdistanê bo bajarên Îraqê, welatên derdor, li darxistina aheng, konferans û festîvalan.

Wezîrê navxwe Rêber Ehmed herwiha tekez li ser vê yekê kir ku li Kurdistanê de vîrosa Koronayê tuneye lê berdewam dibin li ser tedbîrên pêwîst bo pêşî girtin ji hatina Koronayê bo Kurdistanê.

N: E.G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.