Serdozgeriya Enqerê lêpirsîn derheqê kongreya HDPê destpê kir

lêpirsîn jiber wêneya Ocelan destpê kiriye
کوردستان TV
100%

Serdozgeriya Komarî ya Enqerê, ser kongreya Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) dest bi lêpirsînê kir.

Li gor ragihandina serdozgeriyê, lêpirsîn jiber nîşandana wêneyên Rêberê Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan destpê kiriye.

Li gor nûçeyeke voa Serdozgeriyê da zanîn ku bo 15 kesên di nîşandana wêneyên Ocalan de kar kirine biryara desteserkirinê hatiye dayîn û ji wan heta 14 kes hatine desteser kirin.

HDP'ê roja Yekşemê kongreya xwe ya asayî ya 4’an li dar xistibû.

Pervîn Buldan û Mîthat Sancar di kongreyê de bibûn hevserokên nû yên HDP’ê.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.