Wezîrê derve yê Rûsyeyê Sergey Lavrov di bersifa daxwazên Franse, Almanya û Tirkiyeyê de yên ku daxwaz kiribûn daku li Îdlibê agirbest were ragihandin da û got: Emê agirbestê ranegehînin.
Lavrov herwiha diyar kir ku ragihandina agirbestê vê xizmeta terorîstan bike û bi wateya piştgîrî kirina terorîstane lewre Rûsye tişteke wisa nake.
Ji aliyeke din ve Peyvdarê koşka Kremlin Dmitriy Peskov jî ragihand ku tiştên ku Tirkiye derbarê civîna çar alî de tîne ziman ne wisane û ti armanceke Rûsyeyê bo lidar xistina civîna çar alî ya di navbera Rûsye, Tirkiye, Franse û Almanyayê de derbarê Îdlibê de di rojevê de tuneye û ti amadekarî bo vê yekê jî nehatine kirin û nayên kirin.
W: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin