Wezareta tendirostî ya Îraqê ragihand ku îro sêşem li Kerkûkê 4 welatî ku bi vîrosa Koronayê ketine, hatine destnîşankirin û bo qerentîneyê hatine veguhastin.
Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî ya Îraqê ev 4 kesên han endamên malbetekê ne û serdana Îranê kiribûn û piştî vegera wan bo Kerkûkê cerbandinên nûjdariyê li ser wan hatine kirin û di encam de der ketiye ku ev her çar kes bi vîrosa Koronayê ketine.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin