Mimkune Serokwezîrê nû yê Îraqê were guhertin

dibêje Kurd, sune û hinek ji şîeyan lihev nêz bûne
کوردستان TV
100%

Hevpeymaniya hêzên sune eşkere dike ku lihev nêz bûnek di navbera Sune, Şîe û Kurd de heye û mimkune Serokwezîrê nû yê Îraqê Mihemed Tofêq Elawî were guhertin.

Endamê firaksiyona hevpeymaniya hêzên Sune Yeha Muhemed diyar kir ku di navbera Sune, beşek ji şîeyan û Kurd de lihev nêz bûnek heye bo guhertina Elawî û mayîna Adil Ebdulmehdî li ser postê Serokwezîriya Îraqê.

Muhemed herwiha eşkere kir ku ev daxwazek dane aliyên şîe bo guhertina Elawî û li serê vê mijarê jî danûstandinên wan li gel aliyên din didomin.

Hêjayê gotinê ye ku Kurd û sune ji rêbaza Elawî ya bo ava kirina kabîneya nû nerazîne.

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.