Tevahiya deriyên sînorî hatin daxistin

vê îro biryareke fermî were dayîn
کوردستان TV
100%

Hikûmeta herêma Kurdistanê roja duşemê (duhê) biryar da daku bo pêşî girtin ji belav bûna vîrosa Koronayê yaku li Îranê belav bûye û heta niha 12 kes canê xwe ji dest dane, tevahiya deriyên sînorî yên xwe yên li gel Îranê dabixe.

Di vê warê de birêveberê gomrukan Samal Ebdulrehman diyar kir ku biryar hatiye dayîn daku tevahiya deriyên sînorî yên li gel Îranê werin daxistin û vê roja sêşemê di civîna civata wezîran ya hikûmeta herêma Kurdistanê de biryara dawî li ser vê mijarê were dayîn.

N: E. G

Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.