Îro danê sibê erdhejek bi tundiya 5.7 pile li ser pîwana rîxter devera sînorî ya di navbera Bakûr û Rojhilatê Kurdistanê hejand.
Li gor zaniyariyan erdhej li nêzî bajarê Xoy ya li Rojhilatê Kurdistanê bi tundiya 5.7 pile çê bûye û erdheja han bandor jî li ser hin bajar û deverên Bakûrê Kurdistanê kiriye.
Çapemeniya Tirkiyeyê belav kir ku li bajarê wan di encama erdhejê de 7 welatî canê xwe ji dest dane û çend welatiyên din jî birîndar bûne.
Herwiha li hin gund û navçeyên din yên nêzî cîhê bûyerê zirarên mezin yên madî çê bûne.
Heta niha derbarê zirarên canî û madî yên vê erdhejê li Rojhilatê Kurdistanê ti zaniyarî nehatiye bidestxistin.
W: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin