Piştî belav bûna vîrosa Koronayê li Îranê hikûmeta herêma Kurdistanê jî di warê qanûnî û nûjdarî de tedbîrên pêwîst distîne.
Di vê derbarê de hikûmeta herêma Kurdistanê deriyên xwe yên sînorî yên li gel Îranê daxist û hatûçûna welatiyên Îranî bo Kurdistanê û welatiyên Kurdistanê bo Îranê jî qedexe kir.
Herwiha li deriyên sînorî navendên taybet yên nûjdariyê vekir bo cerbandinê.
Hikûmet herwiha bûdceyeke taybet bo rûbirû bûna vîrosa Koronayê dabîn kiriye û dest bi kempîna huşiyar kirina welatiyan û çawetiya xwe parastina wan jî kiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin