Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ku serdana Îtalyayê kiribû di hevpeyvîneke xwe de ya li gel TG2000 a Îtalî behsa rewşa Kurdistanê kiriye.
Serokwezîrê Mesrûr Barzanî diyar kiriye ku civîn û hevdîtinên vî yên li gel Papa û rayedarên Îtalyayê gelek erênî bûne û di civînan de behsa gelek mijaran hatiye kirin. Civîna min li gel Papa bo min cîhê serfiraziyê ye, min spas û silavên gelê xwe gehandine Papa û me daxwaz kir ku Papa bo aramiya deverê û aştiyê dua bike.
Barzanî di berdewamiya hevpeyvînê de behsa vê yekê kiriye ku Kurdistanê bo gelek ji wan pêkhateyan ku ji destê DIŞIê û metirsiyên terorê reviyane û berê xwe dane Kurdistanê bûye wareke aram. Ev serfirazin ku me kariye pêşwaziya zêdetir ji 1 miliyon û 100 hezar aware û penaber bikin ku ji wan 80 hezar ji Sûriyeyê hatine û ewin din ji Îraqê hatine. Min ev tiştên han bo Papa vegot û Papa jî zaniyariyên baş li ser wan mijaran hebûn û rêzdariya xwe li hember tiştên ku me kirine diyar kir.
Di bersifa pirsekê de derbarê çawetiya nizîkatî kirina Kurdistanê li gel pêkhateyên olî û etnîkî Serokwezîr gotiye; Kurdistan demeke dirêje ku warê aştî û bihevre jiyanê ye, ev çend sed sale Kurdistan wisa bûye û em dixwazin wisa berdewam be. Ev kesên ku xudan bîr anjî oleke cudane em ji wan re nabêjin kemîne belku ev xudan bir anjî oleke cudane û ez ji wan re dibêjim ku eger pêdiviya we bi cîheke aram heye hertim dikarin werin Kurdistanê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin