Li Almanyayê êrişeke çekdarî pêk hatiye di nava kuştiyan de welatiyên Kurd hebe

hin hijmara wan welatiyên Kurd eşkere nebûye
کوردستان TV
100%

Li gor medyaya Almanyayê di encama êrişê de herî kêm 11 kes hatin kuştin û 5 kesên din jî bi dijwarî birîndar bûne.

Li bajarê Hanauyê yê Almanyayê li du kafeyên cuda êrişa çekdarî hatine kirin û di encamê de 11 kes hatine kuştin. 5 kes jî birîndar bûne. Herwiha tê gotin ku di nav qurbaniyan de kesên kurd jî hene.

Rêveberiya Asayişa Hessenê ragihandiye ku duh 19ê Sibatê saet derdora 22.00ê li bajarê Hanauyê li ser herdu cadeyên Heumaekt û Kurt Shumacherê li du kafeyan êrişa çekdarî pêk hatiye.

Li gor medyaya Almanyayê di encama êrişê de herî kêm 11 kes hatin kuştin û 5 kesên din jî bi dijwarî birîndar bûne.

Li gor nûçeya malpera Bild a Almanî di nava qurbaniyan de kesên kurd jî hebûne.

Rêveberiya Asayişa Hessenê herwiha ragihandiye ku derbarê 2 gumanbaran de dest bi xebatên desteserkirinê kirine û ji şahidhalan jî daxwaz hate kirine ku ji hêzên asayişê re bibin alîkar.

Bianet

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.