Firaksiyona Suneyan: Lazime hikûmeta nû komên çekdar ji nav bibe

daxwazê suneyan ji hikûmeta nû hene
کوردستان TV
100%

Hevpeymaniya hêzên Îraqî ya bi Serokatiya Serokê parlementoya Îraqê Mihemed helbûsî ku mezintirîn hevpeymaniya suneyên Îraqêye ragihand ku lazime hikûmeta nû ya Îraqê yaku bi Serokatiya Mihemed Elawî tê damezrandin, hikûmeta dadweriyê û yeksaniyê be.

Hevpeymaniya hêzên Îraqî herwiha eşkere kiriye ku pîwêste tevahiya pêkhateyên Îraqê di nava hikûmeta nû de xwedan nuner bin û lazime hikûmeta nû ya Îraqê jî bi ti awayî komên çekdar nehêle.

Herwiha daxwaz ji hikûmeta nû hatiye kirin ku lazime di nava salekê de dema hilbijartinan diyarî bike.

Weke tê zanîn biryare di duşemeya hefteya pêşiya me de hikûmeta nû ya Îraqê were ragihandin.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.