Endamê Partiya komarî di Kongreya Amerîkayê de Ralph Abrahamde û şandeya pê re, serdana Fermandarê giştî yê QSD‘ê Mezlûm Ebdî kir. Ralph Abrahamde spasiya QSD‘ê kir ji ber ku ewlehiya herêmên ji DIŞIê hatin rizgarkirin, parast.
Li gor nûçeyeke anhayê endamê Partiya komarî yê Kongreya Amerîkayê Ralph Abrahamde û şandeya pê re, piştî serdana Rêveberiya Xwesere a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya bajarê Reqayê çû serdana Fermandarê Giştî yên Hêzên Sûriya Demokraîtk (QSD) Mezlûm Ebdî.
Ralph Abrahamde spasiya QSD‘ê kir û got, ku tevî hemû geşedanan, aramiya herêmên ji DAIŞ‘ê hatine rizgarkirin, parast. Abrahamde got, Koalîsyona Navneteweyî ya bi serkêşiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dê destekayîna bi QSD‘ê de di her aliyan de bidomîne.
Fermandarê Giştî yê QSD‘ê Mezlûm Ebdî spasiya senator Ralph Abrahamde kir û şandeya pê re kir û destnîşan kir ku ev serdan girîng e ji ber ku rastiya ewlehî û aramiya li herêmên di parastina QSD‘ê de destnîşan dike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin