Di çarçoveya êrîşên artêşa Sûriyeyê de yên li dijî cîhadiyên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştîgîrî kirin, artêşa Sûriyeyê operasiyon û êrîşên xwe didomîne.
Li gor jêderên nûçeyan artêşa Sûriyeyê di encama êrîş û operasiyonên xwe de kariye bajarê Helebê ji destê cîhadiyan azad bike û niha kontrola bajarê Helebê di destê artêşa Sûriyeyê deye.
Jêber behsa vê yekê kirine ku dema azad kirina bajar, şêniyên bajarê aheng lidar xistine û pêşwaziya artêşa Sûriyeyê kirine.
Ji aliyeke din ve kontrol kirina Helebê di demekê deye ku îro şandeke Tirkiyeyê serdana Rûsyeyê dike û li ser rewşa Îdlibê giftûgo dike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin