Peyama Serok Barzanî ya ji bo Yekîtiya Xwendekaran û Yekîtiya ciwanên demokrat yên Kurdistanê

behsa rol û xebata wan her du yekîtiyan kiriye
کوردستان TV
100%

Serok Barzanî bi minasebeta 67 saliya damezrandina her du Yekîtiyên Xwendekarên Kurd û Yekîtiya ciwanên demokrat yên Kurdistanê peyameke pîrozbayî pêşkêş kir ku ev jî tekesta vê ye;

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta 67 saliya damezrandina Yekîtiya Qutabiyên(Xwendekar) Kurdistanê û Yekîtiya Lawên Demokratên Kurdistanê, germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî lawan û qutabiyên hêja yên Kurdistanê dikim û hêviya serkeftin û paşarojeke geş ji bo wan dixwazim.

Lawan û Qutabiyan, li destpêka damezrandina rêxistinên xwe ve heta niha, roleke girîng û ber bi çav li karê medenî û rêxistinî da dîtin û ji bilî wê yekê xwendingeha pêgihandina serkirdeyên bi şiyan û gedeyên hişyar û helketî bûne, wekî Pêşmerge jî beşdariyeke bi bandor li tevgera rizgarîxwaziya gelê me de kirine û di vê rêyê da qurbanî û şehîdan jî gorî kirine.

Qutabiyan û lawan, li qonaxên cûda cûda de, xizmeta gel û welat kirine û ruhê bergirî û bawerî bi xwebûnê li nav lawên gelê me de parastine. Niha û paşarojê jî ev çaverêyî li xwendekar û lawên xweşdivî tê kirin ku parêzerê bihayên bilindê gelê xwe bin û bi moraleke bilind û çav vekiriyeke zêdetir, sûd ji amrazên nûyên perwerde û fêrkirinê werbigrin û xwe bi zanist û zanyariyê dewlemend bikin û kadîrê hişyar û bi şiyan ji bo xizmetkirina berjewendiyên xelkê Kurdistanê perwerde bikin.

Dûbare pîrozbahiyê li we dikim û hêviya serkeftineke zêdetir ji bo we dixwazim.

Mesûd Barzanî

17.02.2020

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.