Li gor jêderên ji Rojhilatê Kurdistanê duhê bi şev çekdarên ser bi rejîma Îranê li deverên sînorî yên di navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de ya li herêma Hewramanê êrîşî ser karwanek ji Kolberan kirine.
Jêder behsa vê yekê dikin ku êrîş li devera Newsûdê ya li Hewramanê pêk hatiye û di encama êrîşê de Kolberekî temen 24 sal bi navê Ehmed Sehrayî ku şêniyê gundê Dişe ya ser bi bajarê Paweyê ye canê xwe ji dest daye û 8 kolberên din jî birîndar bûne.
Ji aliyeke din ve xelkê Newsûdê li dijî êrîşa han êrîşî ser navenda leşkerî ya spaha pasdaran ya li Newsûdê kiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin