Serokwezîr li gel Papaya Vatîkanê dicive

vê li gel rayedarên Îtalî jî bicive
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî ku bo beşdarî kirin di konferansa ewlekariya Munichê ya li Almanyayê serdana vê welatî kiribû, piştî bi dawî hatina konferansê, duhê êwarê serdana Îtaliyayê kir.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî vê li Romaya Paytext li gel Papaya Vatîkanê bicive û behsa rewşa Kurdistan û bihevre jiyana aştiyane ya tevahiya pêkhateyên olî li Kurdistanê de bike.

Weke tê zanîn Mesrûr Barzanî di çarçoveya konferansa ewlekariya Munichê de li gel hijmareke zêde ji rayedar û berpirsên welatên beşdar di konferansê de civîn û hevdîtinên curbicur pêk anî bû.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.