Duhê li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Serokê parlementoya Îraqê Muhemed Helbûsî kir û piştî civînê jî daxuyaniyek hate weşandin.
Di civînê de di derbarê rewşa niha ya Iraq û navçeyê û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê giftûgo hatiye kirin û di çarçoveya heman civînê de her du alî li ser ev çend xalên han lihev kirine.
1. Karkirina li gel hemû hêzên siyasî bi mebesta derbasbûna ji wan tengasiyên niha û beşdarîkirina di vegerandina aramiya Bexda û parêzgehên dinê yên Iraqê.
2. Pêwîste hikûmeta nû ya Iraqê nûnerayetiya hemû pêkhatên Iraqê bike û li ser bingeha hevbeşî û şeraketa niştimanî be.
3. Divê bernameya hikûmetê bi rûnî û bi zûtirîn dem balê bikşîne li ser amadekariyên ji bo encamdana hilbijartina pêşwext, wekî ku bi cîhkirina daxwazên xwepêşanderan û ev babete divê bibê karê pêşîneya hikûmeta nû.
4. Pêwîste bernameya hikûmeta nû planekî rûn û eşkere li xwe bigre, ji bo vegerandina rûmeta dam û dezgehên dewlet û parastina aştiya civakî û dawî anîna destwerdana derekî û hiştina çek tenê bi destê dewletê ve û nehiştina diyardeya çekdarên nefermî.
5. Berdewamiya karê hevbeş li gel hêzên hevpeymaniya navdewletî ya bi navê yarmetîdana Iraqê li rûbirûbûna gefên terorê û zalbûna li ser paşmaweyên terorîstên DÎŞÎ da.
6. Karkirina bi navê berdewambûna peywendiya dû aliyane ku ew jî bi navê hemahengkirina helwestên her dû aliyan û hevbeşên din be.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin