Di çarçoveya civîn û hevdîtinên xwe yên li gel rayedarên welatên din li Munichê de îro Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel wezîrê derve yê Îranê civiya û piştî civînê jî wisa nivîsand;
Îro yekşem 16/2/2020 li bajarê Munichê li gel wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf civiyan û di civînê de me giftûgo li ser guhertin û pêşhatên Îraq, deverê û têkiliyên herêma Kurdistanê û komara îslamiya Îranê kir û me tekez li ser giringiya aram bûna rewşa Îraq û deverê kir.
Hevdem li gel ku hem fikir bûn li ser hebûna têkiliyên cîrantî yên baş li ser esasê rêzgirtin ji hev, me nîqaş li ser kêşe û astengiyên ewlekariya deverê kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin