Wezareta derve ya Rûsyeyê derbarê civîna duhê ya di navbera Serokwezîrê herêma Kurdistanê û wezîrê derve yê Rûsyeyê de daxuyaniyek belav kiriye.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku di hevdîtina navbera Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û wezîrê derve yê Rûsyeyê Sergey Lavrov behsa geşe pêdana hevkarî û hemahengiya navbera her du aliyan di gelek waran de hatiye kirin û tekez li ser zêdetir kirin û çalak kirina hemahengiya di warê enerjî û sûtemenî de hatiye kirin.
Di civînê de tekez li ser vê yekê hatiye kirin ku lazime Rûsye rola xwe derbarê pêşî girtin ji aloztir bûna rewşa Rojhilata Navînê bilîze û bo derbas bûn ji aloziyên siyasî û leşkerî yên ku li deverê de hene lazime Rûsye roleke ektîf bilîze.
Her di heman civînê de behsa çareser kirina qirîza Sûriyeyê û parastina mafên tevahiya pêkhateyan li Sûriyeyê hatiye kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin