Serokwezîrê Kurdistanê û wezîrê berevanî yê Kanadayê civiyan û piştî civînê Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsandiye;
Îro şeme 15/2/2020 li bajarê Munichê me pêşwaziya wezîrê berevanî yê Kanadayê Harjit Singh Sajjan kir.
Di civînê de me spasiya Kanadayê kir bo hevkariyên ku pêşkêş kirine û tekez li ser vê yekê kirk u lazime hewl bo nehêştina wan fakteran were dayîn ku derfet bo serhildan û çalakbûna terorê diafirênin.
Ji aliyê xwe ve wezîrê berevanî yê Kanadayê behsa vê yekê kir ku welatê vî berdewam dibe li ser hevkarî û perwerde kirina hêzên pêşmerge bo rûbirû bûna gefên terorîstên DIŞIê. Nav hatî di beşeke din ji axaftinên xwe de stayîşa herêma Kurdistanê kir ku bûye penageheke aram bo aware û penaberan.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin