Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel wezîrê derve yê Urdinê civiya û derbarê naveroka civînê de Serokwezîr wisa nivîsandiye;
Îro şeme 15/2/2020 li bajarê Munichê me pêşwaziya wezîrê derve yê Urdinê Eymen Sefedî kir û di civînê de me derbarê rewşa Îraq û deverê û herwiha geşe pêdana têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Urdinê kir.
Me spasiya xudan şiko Şah Ebdulah kir bo piştîvaniya berdewam ji herêma Kurdistanê û aramiya rewşa Îraqê.
Ji aliyê xwe ve wezîrê derve yê Urdinê silav û rêzên taybetî yên Şahê Urdinê jê me re gehand û eşkere kir ku têkiliyên bihêz yên dîrokî di navbera Urdin û herêma Kurdistanê de hene.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin