Trump: Em dijî Îranê karên baş dikin

trump dijî pêşniyara kêm kirina desthilatên xwe ye
کوردستان TV
100%

Serokê Amerîka Donald Trump ser bernivîsa desthilata wî ya dijî Îranê sînordar dike bertek nîşan da.

Trump ji Twitterê da zanîn ku ew dijî Îranê ‘’karên baş’’ dikin û diyar kir ku ‘’ne dema qelsbûnê ye.’’

Bernivîsa ku desthilata Trump sînordar dike ji alîyê Senatorê Virginia Tim Kaine yê Demokrat ve hatibû pêşkeşkirin.

 ‘’Demokrat hewil didin ku Komariyan bidin ber şermê. Nehêlin ku tiştekî wisa biqewime’’ Trump nivîsî.

Wî bi bîr xist ku rêjeyeke bilind ya Amerîkiyan ser kuştina Generalê Îranê Qasim Silêmanî piştgirî daye wî.

Voa

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.