Îro pêncşem Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bo beşdarî kirin di konferansa cîhanî ya ewlekarî ya Munihê de serdana Almanyayê dike.
Şandeke hikûmeta Kurdistanê jî ku ji çend wezîr û rayedarên din yên hikûmetê pêk hatiye li gel Serokwezîr serdana Almanyayê dike.
Vê di çarçoveya gotar û hevdîtinên xwe yên li Munihê de Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî behsa çend mijaran bi taybetî şerê dijî DIŞIê û qurbanî danên hêzên pêşmerge di şerê dijî DIŞIê de bike.
Her di çarçoveya vê konferansa han de vê Serokwezîrê Kurdistanê çend civîn û hevdîtinên cuda li gel rayedarên welatên beşdar di konferansê de pêk tîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin