Li gor zaniyariyên ku ji aliyê Peyamnêrên Kurdistan tvê ve hatine pêşkêş kirin, jiber barîna berifa zêde li Kurdistanê rêyên serekî yên çend deveran hatine daxistin.
Peyamnêr eşkere kirin ku di encama barîna berifa zêde yaku duhê bişev li Kurdistanê destpê kiriye rêyên serekî yên di navbera Soran, Mêrgesor, Çoman û Riwandizê hatine daxistin.
Herwiha hate zanîn ku di rêyên serekî yên di navbera Hewlêr û Dihukê, Hewlêr û Silêmanî û Şeqilawa û Hewlêrê jî jiber barîna berfê prosesa hatûçûyê rastî astengiyan hatiye û tîmên paqêjkirinê mişxûlî paqêj kirina rêyanin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin