Îro civata wezîran ya herêma Kurdistanê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr Mesrûr Barzanî derbarê naveroka civînê de li ser pêgeha xwe ya fermî wisa nivîsandiye;
Îro çarşem 12/2/2020 di civîna civata wezîran ya herêma Kurdistanê de me tekez li ser giringiya cîhbicîh kirina qanûna reforman ya hijmara 2 ya sala 2020an kir ku pêkanîna reforman xwestek û daxwaza welatiyên herêma Kurdistanê û tevahiya aliyane.
Me herwiha daxwaz ji part û aliyên siyasî û herwiha aliyên têkildar kir bi dûr ji diroşmeyan û bi awayekî piratîkî piştgîriya cîhbicîh kirina proje qanûna reforman bikin.
Di berdewamiya civînê de me balkêşande ser vê yekê ku lazime prosesa reforman berdewam be û tevahiya sekteran bide ber xwe û her di çarçoveya prosesa reformên darayî û îdarî de kar li ser ji nûve sazmandehî kirin û yekxistina dahatên herêma Kurdistanê bi taybetî dahatên petrol û gazê dikin.
Di berdewamiya civînê de me wezîr pîwerdar kirin di nava 15 rojan de pêşniyarên xwe bo pêşnameya bernameya asankarî kirin bo cîhbicîh kirina proje qanûna reforman amade bikin û pêşkêşî civata wezîran bikin daku bilez bikeve meriyetê.
Herwiha me biryar da daku komîteyek bi Serokatiya Serokwezîr û endamtiya Cîgirê Serokwezîr û hijmarek ji wezîrên têkildar were ava kirin bo wenêrîn kirin li ser pêşnameya cîhbicîh kirina qanûna reforman li herêma Kurdistanê de û di warê çavdêrî kirina cîhbicîh kirina proje qanûnê de jî me tekez li ser giringiya rola dezgehên wenêrînê yên darayî, destpakî û dozgeriya giştî kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin