Çekdarên Ereb êrîşî ser karwaneke leşkerî ya Amerîkayê kirin

çekdarek hatiye kuştin û yeke din jî birîndar bûye
کوردستان TV
100%

Îro li Başûrê Rojhilatê Qamîşlo dema karwaneke leşkerî ya Amerîkî mişxûlî devriyeke leşkerî bû, li gundê Xirbet Emo rastî êrîşeke çekdarî hat.

Li gor jêderan ev êrîş ji aliyê çekdarên Ereb yên vê gundê ve ku Erebin û ser bi rejîma Sûriyeyê ne, pêk hatiye pişt re pevçûn di navbera hêzên Amerîkî û çekdaran de çê bûye û di encam de çekdarekî Ereb hatiye kuştin û endamekî hêzên berevaniya nîştimanî ya Sûriyeyê jî birîndar bûye.

Ji aliyeke din ve hate zanîn ku hêzên rejîma Sûriyeyê rê bi kanalên çapemeniyê yên Kurdî nadin ku bûyerê bişopînin û êrîşî ser peyamnêrên kanalên Kurdî kirine.

 

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.