Şerê li Îdlibê berfiretir dibe

tê payîn ku şer di navbera her du aliyan de berfiretir bibe
کوردستان TV
100%

Piştî ku duhê careke din artêşa Sûriyeyê dema artêşa Tirkiyeyê li devera Teftenazê ya li Îdlibê dixwest operasiyonek bike, êrîşî ser artêşa Tirkiyeyê kir û di encam de 5 leşker hatin kuştin û 5 leşkerên din jî birîndar bûn, Tirkiye jî gefa domandina êrîşên xwe li dijî artêşa Sûriyeyê dubare kir.

Di vê çarçoveyê de artêşa Tirkiyeyê berdewame li ser şandina hêzên leşkerî bo Îdlibê, Rûsye jî daxwaz ji Tirkiyeyê dike pêbendî rêkeftinên Astana û Soçî be.

Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan duhê gotibû ku vê êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî artêşa Beşar Esed tundtir bibin û berdewam bin û biryare îro Serokkomarê Tirkiyeyê wan pêngavên ku vê Tirkiye li Îdlibê bavêje bo raya giştî eşkere bike.

Ji aliyeke din ve jî artêşa Sûriyeyê tekez li ser domandina êrîşên xwe yên li dijî cîhadiyan dike.

Îran daxwaz ji her du aliyan kiriye daku bi diyalogê kêşeyên heyî çareser bikin lêbelê Amerîka dibêje emê piştgîriya Tirkiyeyê bikin ku di NATO yê de hevpeymanê me ye.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.