Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya wezîrê derve yê Îraqê Mihemed Elî Elhekîm kir.
Di civînê de behsa pêşhat û rewşa dawî ya Îraq û deverê hate kirin û her du alî balkêşandine ser prosesa siyasiya Îraqê û çawetiya çareser kirina kêşe û qirîzên heyî yên li Îraqê.
Her di heman civînê de her du alî nêrînên xwe yên lid or pîwerdar kirina Serokwezîrê nû yê Îraqê û ava kirina hikûmeta nû anîn ziman.
Tekez kirin li ser cîhbicîh kirina daxwazên xwepîşanderan û metirsiyên DIŞIê jî mijarên din yên vê civînê bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin